PYD û Tevgera Ciwanan li Lubnanê diyar kirin ku Tirkiye, li her çar parçeyên Kurdistanê siyaseta qirkirina çandî û nejadî li dijî gelê Kurd dike. Ji ber wê divê civaka navneteweyî rê li pêşiyê bigire, da komkujiyên xwe yên li dijî nirx û peymanên navdewletî rawestîne.”
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Partiya Yekîtiya Demokratîk a Lubnanê bi du daxuyaniyên cuda êrîşên artêşa Tirk a dagîrker ên li dijî Kurdistanê şermezar kirin.
Tevgera Ciwanan di daxuyaniya xwe de şehîdên azadiyê bîr anîn û bang li ciwanên li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku yekîtiya xwe xurt bikin û li hemberî dagîrkeran li ber xwe bidin.
PYD’ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagîrker ji destpêka Hezîranê ve êrîşî wargeha Mexmûr, Şingal, Şêladizê û Herêmên Parastinê yê Medyayê yên li başûrê Kurdistanê dike. Bi vî awayî qanûnên navneteweyî binpê dike.”






