Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagîrker gundê Golka yê Metîna bombe kir. Bi bombebaranê re ciwanekî Kurd şehîd bû.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagîrker gundê Golka yê Metîna yê bajarê Dihokê bombe kirin. Li gorî agahiyan ciwanekî bi navê Emîn Salah Hesen, ê ji êla Berwariyan şehîd bûye.
Berî hingê jî Artêşa Tirk a dagîrker bombe li gundê Sîda yê Şêladizê barandin. Ji eşîra Rêkanî 3 gundî şehîd bûn.





