Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî got, “Qonaxa duduyan a diyalogên Kurd-Kurd dest pê nekirin. Lewre ENKS’ê pirsgirêk derxistin. Pêkanîna yekîtiya neteweyî ya kurdî wê bi xwe re encamên erênî ji Rêveberiya Xweser û tevayiya gelên li herêmê re bîne.”
Diyalogên kurd-kurd derbasî qonaxa duduyan bûn. Li gorî çavdêran pêvajoya diyalog pir hêdî dimeşe. Herwiha diviya piştî bidawîbûna qonaxa yekê, qonaxa duduyan dest pê bike.
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî, li ser diyalogan û bandora wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriyê û Kurdistanê axivî.
Şêx Baqî da zanîn ku diyalogên kurd-kurd meha Nîsanê dest pê kirin. Hedef ne diyaloga navbera PYD û ENKSê bû, hedef yekîtiya mala kurdî bi giştî bû.
Cemal Şêx Baqî bal kişand ser nakokiyên di navbera ENKS û PYD’ê de û wiha got: “Divê ev nakokî destpêkê çareser bibin, pişt re diyaloga navbera hêz û partiyên din dest pê bike.”
ENKS’Ê BEHANE AFIRANDIN
Civîna yekê ya qonaxa duduyan 10’ê Hezîranê di navbera nûnerên Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî û ENKS’ê de hatin lidarxistin. Civîn bi beşdariya fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û şêwirmendê Emerîkî William Rubak pêk hat. Di civînê de diviya xalên bingehî werin nîqaşkirin, lê hin pirsgirêk ji aliyên ENKS’ê ve derketin. Behane afirandin.”






