Ji ber şewata artêşa Tirk a dagîrekr û çeteyên wê li gundewarên navçeya Til Temir derxistîn 4 kes bi giranî şewitîn û bi dehan mal û dar şewitîn.
Artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê roja Yekşemê agir berdan zeviyên gundê Erîşa yê rojavayê navçeya Til Temir. Şewatê zeviyên gundê Tewîla yê rojavayê navçeyê yê nêzî riya M4 da ber xwe. Ji ber hêza bayê agir gihişt gundê Til Tewîl ê nêzî riya diwelî, gundên Til Kêfcî û Um El-Kêf ên rojavayê navçeyê li ser riya Serê Kaniyê.
Li gundê Til Tewîl bi dehan malên sivîlan û dar şewitîn. Herwiha 4 kesan dema hewl dida agir vemirînin bi giranî şewitîn.






