Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîd Idrîs Mehelî li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê. Di m merasimê de nasnameyên7 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin ragihandin.
Bi sedan şêniyên kantona Kobanê tevlî merasima cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Idrîs Mehelî bûn, ku di encama teqîna mayînekê de li herêma Eyn Îsayê şehîd bûbû.
Di merasaima li goristanê de hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xweset û got, “Di riya têkoşîn û berxwedanê de xwîna Kurd, Ereb û Suryanan ketiye nava hev. Ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve me got azadiya gelê Kurd tê wateya azadiya tevayiya gelan. Şoreşa me ev li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan da.”
Endama rêveber a Tevgera Jinên Ciwan a herêma Firatê Arîn Kobanê jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, “Em li hemberî sûcên li dijî gelê me tên kirin, bêdeng namînin. Em soza şopandina riya şehîdan didin.”
Di dawiya merasimê de nasnameya şehîd Idrîs xwend û radestê malbatê kir.
Herwiha Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên 7 şehîdên Berxwedana Rûmetê ragihandin û nasnameyên wan dane malbatên wan. Nasnameyên şehîdan wiha ne: Dilxwaz Şêxo ( Çavreş Kobanê), Ehmed Muslim (Xalo Kobanê), Hesen Bozan (Serdar), Welat Îsmaîl (Ferhad Kurdistan), Harûn Hoşeng (Harûn Amed), Meysa Ehmed (Dêrism Rojhilat) û Mehsûm Xolo (Kendal Koçer).
Pişt re g irseya gel cenazeyê şehîd Idrîs Mehelî di nava durişman de spart axê.





