Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Adil Cuma Zerîf spartin axê. Herwiha Meclisa Malabatên Şehîdan nasnameya şehîd Ehmed Nasir Cilêxan ê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî eşkere kir.
Ji bo girtina cenazeyê şervan Adil Cuma Zerîf roja Çarşemê bi sedan şêniyên Minbicê li ber Nexweşxaneya Firatê kom bûn û bi karwanekî girseyî berê xwe dan goristana şehîdan a li başûrê bajêr.
Li goristanê piştî rêzgirtinê bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê fermandarê meclisê Ebdurehman Binawî wiha got: “Îro gulek din li paxçeyê kulîlkên şehîdan zêde bû.”
Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Henadî Mihemed wiha axivî: “Şervanên ji bo rizgarkirina axa xwe ji destê terorîstan şehîd bûne, ji dayîk, bav û hevjînên şehîdan re ku ji bo rizgarkirina welat ji terorîstan canê xwe dane, cihê wan ê bilind heye, ew jî şehadet e.”
Hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfa Xilo bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê wiha got: “Li hember şehîdan bejna xwe ditewînin, ji ber wan bi erka xwe li hember welat û ax pêk anî.”
Di merasimê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd Nasir Cilêxan (Hirêtanî) ê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand.
Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbata Şehîdan Fatime Şêxo wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Pişt re bi tilîliyên dayîkan şehîd spartin axê.





