Serokwezîrê hikumeta Sûriyê Îmad Mihemed Dîb Xemîs ji kar hat dûrxistin û kesekî din li şûna wî hat wezîfedarkirin.
Serokê Sûriyê Beşar Esed bi biryarekê serokwezîrê Sûriyê Îmad Mihemed Dîb Xemîs ji kar dûr xist û Hisên Ernûs li şûna wî wezîfedar kir.
Nirxê pereyê Sûriyê beramberî dolar daket ku di rojekê de dolar gihat 3 hezarî. Ev bû sedema bilindbûna bihayê pêwîstiyan û nerazîbûna welatiyan.
Li ser vê hin endamên parlamantoyê banga rakirina baweriyê ji hikumetê kirin.





