Roja Pêncşemê bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Ehmed Tîzînî ku di nava refên Lîwaa Siwar Idlibê de cih digirt, li goristana şehîdan a bajarê Minbicê veşartin.
Şehîd Ehmed Tîzînî (Ebû Sitêf) ji bajarê Idlibê ye û şervanê Lîwaa Siwar Idlibê ye ku di binê sîwana Cebhet Ekrad a girêdayî QSD`ê de tev digere. Ehmed Tîzînî 8 Hezîranê li ser erke xwe şehîd bûbû.
Di merasima li goristanê de li ser navê Lîwaa Siwar Idlib Mehmûd Ebû Xalid axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Mehmûd Ebû Xalid diyar kir ku şehîdan ji bo tinekirina terorê canê xwe feda kir û ji bo gelê xwe ewleyî û aramiyê mîsoger dikin.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Şehîd di nava sloganan spartin axê.






