Şêniyên gundê Meydankê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagîrkirî, welatiyê bi navê Arif Ebdo Xelîl ê ji gundê Qizilbaş li nêzî gola Meydank kuştî dîtin. Arif berî were kuştin ji hêla çeteyên Tirk ve hatibû revandin.
Welatiyê bi navê Arif Xelîl (80) nexweş bû û nikariya bimeşe.
Li gorî berdevkê fermî yê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê Arif Xelîl 9`ê Hezîranê revandin. Pişt re kuştin û cenazeyê wî avêtin nêzî gola gundê Meydankê.






