Serokê Emerîka Donald Trump ferman da Wezareta Parastinê ji bo ku 9 hezar û 500 leşkerên Emerîkî yên li Almanya heta dawiya meha Îlona bê vekişîne.
Li gorî ajansa “Reutrsê” ku agahiyên xwe spartine berpirsekî payebilind ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, hejmara giştî ya leşkerên DYA‘yê yên niha li Almanyayê 34 hezar û 500 in.
Herwiha ragihand ku beşek ji leşkerên ku vekişyane wê li Polonya û welatên hevalbendên Washingtonê werin bicihkirin û yên mayî dê li DYA‘ê vegerin.
Banga Trump piştî rojekê ji daxuyaniyên Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel hat a ku şêwazê Trump di rêveberina aloziya xwepêşandanên li DYA‘ê de ya ji ber kuştina Goerg Florid rexne kir.





