Roja Pêncşemê bi şev artêşa Îsraîlê derdora Misyaf a rojavayê Hemayê topbaran kir, herî kêm 9 kes hatin kuştin û depoyeke teqemeniyê roxiya.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) diyar kir ku roja Pêncşemê bi şev artêşa Îsraîlê êrîşî depoyên leşkerî yên kargeha parastinê (Dîfa) yên li herêma Zawiye ya Misyafê ya li rojavayê Hemayê kir. Di êrîşê de ziyana madî û windayî çêbûn.
SOHR`ê diyar kir ku herî kêm 9 kes hatine kuştin, 4 ji wan welatiyên Sûriyê ne, yên din nayê zanîn ka ji hêzên leşkerî yên Sûriyê yan jî endamên hêzên Îranê ne. Heta vê kêliyê jî nasnameyên 5 kesan ne diyar e. Li gel vê, birîndar hene û muhtemel e hejmara kuştiyan zêdetir bibe.





