Gerîlayên HPG/YJA Star li devera Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medya li dijî leşkerên Tirk çalakiyek kirin. Di çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dan:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 4’ê Hezîranê li dijî leşkerên li Girê Şehîd Kendal û derdora wê ya herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medya çalakiyeke bibandor kirine. Di vê de bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
Hêzên me demeke dirêj kesê bi navê Orhan ê li gel artêşa Tirk kar dike, xiyanetê li nirxê gelê me dike, xebata kontrayê, îxbarên êrîşên hewayî dike û di şehîbûna 4 hevriyên me de rola wî heye 3’yê Hezîranê li nêzî gundê Talê yê Colemêrgê ceza kirine. Artêşa TC’ê cenazeyê vî şexsî bi desteka balafirên bêmirov û helîkopteran ji qadê rakiriye.






