Meclisa Kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagîrker û çeteyên wê yên dermirovî yên li dijî şêniyên herêmên dagîrkî, şermezar kirin. Meclisê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike ku kesên hatîn revandin berde.
Daxuyanî ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nibo ve hat xwendin. Endamên komîte û saziyên meclisa kantona û navçeya Eyn Îsa tev di xwendina daxuyaniyê de amae bûn.
Meclisê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê, kiriyarên dermirovî û revandina jinan yên li herêmên dagîrkî, şermezar kirin.
Meclisê got; ji ber bêdengiya navneteweyî ya li hemberî kiriyarên dewleta Tirk û kirina sûcên herî qirêj yên li dijî gelê herêmê, weke kuştin, revandin, girtin, koçberkirin û talankirina mal û milkan matmayî ne.
Di daxuyaniya meclisê de hat diyarkirin ku desekê didin tevgera gelêrî û xwepêşandanên şêniyên bajarê Girê Spî û bangên ji bo derxistina dewleta Tirk a dagîrker û çeteyên wê ji bajarê wan.
Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li NY`yê û geranetora Rûsî kir ku zextê li Tirkiyê bike da girtiyan ji girtîgehên xwe û yên çeteyan berde û zilma li ser şêniyan, rake.






