Li gorî agahiyan, MÎT û Parastin amadekariyê dikin, ku cilûbergên gerîla li hêzekê bikin, bi destê wê hêzê jî li başûr komkujiyan bikin. Van komkujiyan jî bixin stûyê PKK’ê û bi vî rengî amadekariya êrîşeke berfireh li ser PKK’ê bikin.
Rêxistina istixbaratê ya PDK’ê (Parastin) û rêxistina istixbaratê ya Tirk (MÎT) berî du hefteyan li Rîxos Hotelê ya li Dihokê civînek li dar xistin. Di civînê de planeke berfireh li dijî PKK’ê hat amadekirin. Li gorî vê planê, wê cilên gerîla li hêzeke hevpar bikin. Ev hêz jî wê êrîşî asayişa Dihokê û navenda polîsan bike. Tevî sîvîlan wê êrîşî hin Tirkmenan jî bikin. Bi vî rengî, ji bo êrîşeke berfireh a li ser PKK’ê wê amadekariyê bikin.
Li gorî agahiyên kesekî ji asayişa Dihokê gihandîn ANF’ê; Fazil Mîranî bi rêveberiya PDK’ê ya Dihokê û hin serokên eşîran re civînek pêk aniye. Di civînê de diyar kiriye ku zexta raya giştî ya li ser PDK’ê zêde bûye û gotiye, bi taybetî li Behdîna nerazîbûneke mezin a gel li dijî wan heye. Di civînê de îdîa kiriye ku wê PKK li Behdîna destwerdana leşkerî bike. Zorê bide PDK’ê jî dikare xwe biparêze, lê belê serokên eşîran wê gelek zerarê bibinin. Ji ber wê neçar mane ku tedbîran bigirin.
Fazil Mîranî di vê civînê de xwestiye fikrê ‘Wê PKK êrîşî Dihokê bike’ bixe serê mirovan û bi vî rengî jî amadekariyê ji planeke hevpar a bi dewleta Tirk re bike.
Li gorî agahiyên çavkaniyê li nava asayişa Duhokê gihandîn ANF’ê, plan wiha ye:
* Wê derbeke mezin li pêşengên mûxalefetê bixin û bi vî rengî li Behdîna pêşî li mûxalefeta civakî ya li dijî hevkariya Tirkiye-PDK’ê bê girtin.
* Wê sempatiya ku li Behdîna ji bo PKK’ê zêde dibe, veguherîne dijminatiyeke mayînde.
* Bi van komkujiyên ku bi kincên gerîla bên kirin, wê êrîşên PDK’ê yên li dijî HPG’ê bên rewakirin.
* Bi êrîşa ser kesayetên Tirkmen wê bingehê tevlîkirina TC’ê ya li nava vî şerî bê amadekirin.
* Li nava raya giştî ya hundir û derve wê şerê tifaqa TC-PDK’ê yê li dijî PKK’ê bê rewakirin.





