Piştî hemsera çeteyekî hat girtin, koma ‘Ehrar El-Sefîra’ çeteyên xwe ji bo serdegirtina navenda polîsan a leşkerî şandin. Ji ber wê li bajarê Babê yê dagîrkirî alozî heye.
Çavkaniyên herêmî ji bajarê Babê ragihandin ku çeteyên ‘Ehrar El-Sefîra’ yên girêdayî artêşa Tirk a dagîrker roja Çarşemê ji bo serdegirtina navenda polîsên leşkerî ku jineke ji herêma El-Sefîra girtiye, hêzeke leşkerî şand bajarê Babê.
Çavkaniyan piştrast kir ku ji ber ku çeteyên polîsên leşkerî hemsera çeteyekî Ehrar El-Sefîra girtiye, li bajarê Babê alozî heye. Çavkaniyan da zanîn ku çeteyê bi navê Ebî Remezan komek çete ji bo sergirtina navenda polîsan a leşkerî kom kirine.





