Li Efrînê koma çeteyan a bi navê Polîsên Leşkerî tê naskirin, jinên revandîn radestî çeteyên El-Hemzat yên li herêma Basûtê kirin.
Hin çavkaniyên ji bajarê Efrînê diyar kirin ku koma çete ya bi navê ‘Polîsên Leşkerî’ a girêdayî artêşa Tirk a dagîrker li Efrînê jinên ji hêla çeteyên El-Hemzat ve hatîn revandin, dîsa radestî wan kirin.
28`ê Gulanê di navbera çeteyên dewleta Tirk û El-Hemzat de şer derket û di girtîgehên koma El-Hemzat de jinên revandî yên ji Efrînê hatin dîtin.
Heman çavkaniyan diyar kir ku di navbera çeteyên li Efrînê de şer dewam dike.





