Şêniyên Dêrikê û navçeyên wê cenazayê şehîd Osama El-Ebdullah li Goristana Şehîd Xebat spartin axê.
Roja Çarşemê şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Osama El-Ebdullah yê li Dêrezorê şehîd bûyî veşartin.
Girseya gel piştî girtina cenaze ji nexweşxaneya Dêrikê bi kerwanekî wesaitan ber bi Goristana Şehîd Xebat ve ketin ket ser rê.
Di merasima li goristanê de piştî rêzgirtinê şêwirmendê Desteya Parastinê ya Hêzên Xweparastinê Salim Îbrahîm axivî û got, “Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Şehîdan li hemberî êrîşên dagîrkeriya Tirk wek bendeke asê sekinîn û rûmet û azadiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastin. ”
Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Sahib Osman jî got, “Xwîna ciwanên gelên herêmê li eniyên parastinê tevlî hev bû.”Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê riya biratiya gelan û jiyana hevbeş heta pêkanîna serkeftin û jiyaneke azad û birûmet bidomînin.”
Piştî axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan belgeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.
Malbata şehîd diyar kir ku bi şehadeta kurê xwe serbilind e.
Pişt re hevalên şehîd, cenazeyê wî di nava tiliyên dayîkan û durişman de veşartin.






