Şêniyên taxa Şêxmeqsûd bal kişandin ser girîngiya diyaloga Kurdî-Kurdî ji bo gel û doza Kurdî û gotin, “Bi salan e şerê me dikin da çanda me qir bikin û gelê me tine bikin. Bi yekîtiyê wê hebûna me mîsoger bibe.”
Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî têkildarî hewldanên ji bo yekîtiya Kurdî bi daxuyaniyekê gotibû, “Gava yekê ya diyaloga Kurdî-Kurdî serkeftî bû. Em derbasî pêvajoya duduyan dibin.”
Ebdî 29‘ê Gulanê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê belav kiribû, tê de gotibû, “Bi yekîtiyê emê bi ser bikevin û dîrokê binivîsinîn.”
Li ser vê mijara yekîtiya Kurdî şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê nêrînên xwe diyar kirin.
Elî Misto bal kişand ser girîngî û pêwîstiya hevdîtinên di navbera partiyên Kurdî de û wiha axivî: “Ji bo ku di vê pêvajoyê de gavên dîrokî biavêjin, ev diyalog wê gel û xaka Kurdî ji her êrîşê biparêze.”
Şêniya bi navê Heyat Horo jî diyar kir ku hêviya wê ew e ku partiyên Kurdî bibin yek û got,, dijminê me her tim hewl dide me tine bike. Yekitî wê me ji kuştin, qirkirin û koçberkirinê xilas bibke. Bi salan e şerê me dikin da çanda me qir bikin û gelê me tine bikin. Serkeftin û mayîna me ya li ser vê xakê wê bi yekîtiya Kurdî mîsoger bibe.”
Welatiyê bi navê Riyad Şêxo jî diyar kir ku yekîtiya netewî ya Kurdî daxwaziya gelê Kurd e û hêvî kir ku partiyên Kurdî berjewendî û nakokiyên xwe daynin aliyekî û ji bo doza Kurdî û parastina gelê wê bixebitin.






