Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dagîrker bi êrîşa ser jinê hewl didin pêşketina civakê tine bike

05/06/2020
in ROJEV
A A
Dagîrker bi êrîşa ser jinê hewl didin pêşketina civakê tine bike
Share on FacebookShare on Twitter

Endama koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Nûra Şihab diyar kir ku artêşa Tirk a dagîrker bi êrîşa ser jinê dixwaze pêşketina civakî asteng bike û got,”Lê wê negihe armanca xwe. Lewre rêxistinên jinan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî kiryarên wê bêdeng namînin.
Artêşa Tirk a dagîrker ji destpêka dagîrkirina Efrînê ve, kiryarên hovane dike. Ji wê demê ve bi sedan welatiyên herêmê direvîne û li hemberî berdana wan fîdyeyê dixwaze. Jin ji van kiryaran bêpar neman, li dijî wan her renge zorê tê kirin. Ev kiryar heta niha dewam dikin.
Berî çend rojan dîmenekî ji girtîgehên komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagîrker ên li Efrînê belav bû. Di girtîgehê de hin jinên Efrînî yên hatîn revandin hatin dîtin.
Têkildarî mijarê endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Nûra Şihab got, “Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo avakirina civakeke demokratîk têdikoşin.”
Nûra da zanîn ku qadên jin tê de xebitîne pêş xistina û axaftina xwe wiha domand: “Jin roleke pêşeng û girîng di birêvebirina tevayiya qadên leşkerî, siyasî û civakî de dilîze. Bi awayekî balkêş di şoreşa Rojava de pêş ket. Lê artêşa Tirk a dagîrker bi kiryarên xwe yên hovane hewl dide vîn û nasnameya jina azad bişkîne û biçewsîne. Bûyerên li herêmên dagîrkirî dibin, nîşanên vê ne.”
Nûra Şihab di dawiya axaftina xwe de bêdengiya li hemberî van kiryaran şermezar kir û bang li rêxistinên jinan ên li cîhanê û mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.