Li Reqa, Qamişlo û Kobanê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagîrker çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de êrîşên li dijî jinên li Efrînê û kuştina ciwanê ji ber guhdarîkirina mzîka Kurdî hatin şermezarkirin.
REQA
Bi sedan jin bi pêşengiya Rêveberiya Jinê ya Reqayê li kolana Basilê li hev kom bûn û êrîşên dewleta Tirk ên li herêmên dagîrkirî bi taybetî yên li Efrînê li dijî jinan dikin hatin şermezarkirin. Di dawiya meşê de ji Rêveberiya Jinê ya Reqayê Xaliya Kecwan axivî û diyar kir ku berxwedana bi pêşengiya jinan a li dijî dagîrkeran wê bidome.
Saziyên Civaka Sivîl ên Reqayê jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê işkenceya li jinên Efrînî hate kirin şermezar kirin.
QAMIŞLO
Li navçeya Til Koçer ya Qamişlo jin bi pêşengiya Kongreya Star li hev kom bûn û êrîşa li dijî jinan a li Efrîna dagîrkirî şermezar kirin.
Endama Rêveberiya Kongreya Star Mûna Mezel di daxuyaniyê de got, “Dema dawî êrîşên li ser jinan zêde bûne. Jin ji aliyê çeteyan ve tên revandin, tên girtin û destdirêjî tê kin. Rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya navneteweyî divê helwestê li dijî vî sûcê li hemberî mirovayiyê bidin. Divê têkildarî kiryarên li Efrînê lêpirsîneke navneteweyî bê destpêkirin.”
KOBANÊ
Hunermendên Kurd ên ji Kobanê jî ji bo Bariş Çakan ê ji ber guhdarîkirina mûzîka Kurdî hatî kuştin li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido daxuyanî dan. Zîlan Hemo bi navê hunermendan axivî û got, “Dewleta Tirk li dijî Kurdan polîtîkaya asîmîlasyonê dimeşîne. Her roj êrîşî huner, çand, siyasetmedar, çapemenî û rewşenbîrên Kurd dike. Em êrîşên faşîst ên dewleta Tirk ên bi her rengî şermezar dikin.






