Li herêma Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûrî û çeteyên dewleta Tirk de şerekî dijwar derket. Di heman demê de artêşa Tirk herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê de yên li gundewarên Helebê topbaran kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye(SOHR) diyar kir ku li eniyên Benîn ên li çiyayê Zawiyê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên dewleta Tirk a dagîrker de şerekî dijwar derket.
SOHR`ê da zanîn ku di encama şer de birîndar û kuştiyên her du aliyan çêbûn.
Di heman çarçoveyê de hêzên artêşa Tirk bi moşekan bajarokê Orim El-Kubra yê rojavayê gundewarê Helebê û di bin serweriya hikumetê de topbaran kir.
30yê Gulanê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye dabû xuyakirin ku êvara înê li başûrê gundewarê Idlibê, hêzên hikumetê êrîşî eniya Fetîra kirin, şer di navbera çeteyên Tirk û hêzên hikumeta Sûriyê de derket, di encamê de 5 leşkerên hikumetê û 3 çeteyên Tehrîr El-Şam hatin kuştin.






