Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrîn-Sûriyê got, istixbarata Tirkiyê 4 ciwanên ji Kurdên Efrînê yên li Tirkiyê dimînin revandin da wan tevlî şerê li Libya bike.
Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku 15`ê Gulanê MÎT‘ê 4 ciwanên Kurd yên ji gundê Aşka Xerbî yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya girêdayî kantona Efrînê bi behaeya têkiliya bi saziyên Rêveberiya Xweser re revandin.
Şêxo da zanîn ku navên wan ciwanan wiha ne; Xalib Mihemed Bekir 37 salî, Ednan Fewzî Silêman 20 salî, Mistefa Mihemed Oso 22 salî û Mistefa Ehmed Weysî 25 salî.
Şêxo da xuyakirin ku her çar ciwan ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi armanca kar ji kantona Efrînê çûne Tirkiyê û li bajarê Stenbolê bi cih bûne. Têkiliya wan jî bi saziyên Rêveberiya Xweser re nîne.
“Îbrahîm Şêxo got, artêşa Tirk a dagîrker rewşên penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê bi kar tîne, dike leşker û dişîne Libya.






