Bi tevlêbûna şêniyên herêma Tebqa cenazeyê şervana YPJ‘ê Aya Bac (Nûjiyan) û şervanê QSD‘ê Ebdurehman El-Qasim (Ebûd El-Idlibî) li goristana Şehîdan hatin veşartin.
Bi dehan şêniyên herêma Tebqayê, tevî hêzên leşkerî cenazeyên şervana YPJ‘ê Aya Bac (Nûjiyan) û şervanê QSD‘ê Ebdulrehman El-Qasim (Ebûd El-Idlibî) ku di bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê de şehîd bibûn, ji nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê girtin û di nava durişman de ber bi Goristana Şehîdan a Tebqayê ve bi rê ketin.
Kerwanê cenazeyan li goristanê ji aliyê endamên hêzên leşkerî û ewleyî, nûnerên rêveberiya sivîl û meclisên jinan ve hat pêşwazîkirin.
Di merasima li goristanê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Fatima El-Mehmûd sersaxî ji malbatên şehîda re xwest û got, em bi saya xwîna paqij a li ser ceografiya welat herikiye li pêşiya gorên pîroz ên şehîdan kom bûne.
Bi navê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê endama rêveber a meclisê, Emîra Hesen axivî û soza domandina têkoşîn û şopandina rêya şehîdan da.
Di berdewama merasîmê de bi navê Rêveberiya Sivîl a Tebqayê hevserokê Komîteya Aborî Ehmed Suleyman sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û ev tişt anî ziman: “Projeya me ya neteweya demokratîk ji tevahî cîhanê re bûye sembol. Ev proje berhemên keda keç û xortê gelê Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din e.”
Piştî axaftinan, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Zeyneb Mihemed nasnameyên herdu şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.
Cenazeyê şehîdan di nava durişm û tilîliyên dayîkan de hatin veşartin.






