Artêşa Tirk a dagîrker sîstema parastina hewayî Hawk MIM-23 a Emerîkî li gundewarên Idlibê belav kir û bi vî awayî gavên dagîrkirinê Ii Bakurê Sûriyê xurt kirin.
Rojnameya Şerq El-Ewset wêneyên dewleta Tirk yên sîstema parastina hewayî Hawk MIM-23 a Emerîkî yên li baregeha El-Mestûma ya li başûrê bajarê Idlibê, belav kirin.
Dewleta Tirk hewl dide dagîrkirina herêmên bakurê Sûriyê bi xurtkirina baregehan, şandina hêzên leşkerş û lojîstîkê, xurt bike. Herwiha bi hezeran leşkerên xwe lê belav kirine. Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk vê sîstemê li ser xaka Sûriyê belav dike. Di destpêka 2018`an de li bajarê Daret Ize yê li herêma Helebê jî belav kirin.
Rojnameyê diyar kir ku dewleta Tirk piştî serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar ya herêma sînor, li herêmê dest bi tevgereke leşkerî kiriye.
Herwiha berî sê rojan karwanekî nû ji hêzên Tirkiyê ku ji gelek erebeyan pêk dihat, bi riya korîdora Kefer Losîn derbasî Idlibê bû û alav li nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê yên li Idlibê hatin belavkirin.






