QSD’ê da xuyakirin ku 2 çeteyên dewleta Tirk a dagîrker, piştî tevliheviya navxweyî ji komên xwe veqetiyan û xwe radestî hêzên wan kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) roja Çarşemê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ragihand ku çeteyên bi navê Aras Mihemed Îsa Hec Elî û Mihemed Xêr Mihemed Deibul di demên cuda de xwe radestî hêzên wan kirine. QSD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser aloziya di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagîrker de û diyar kir ku alozî dewam dike.
Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hat gotin:
“Piştî ku dewleta Tirk a dagîrker Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr kirin, tê zanîn ku her roj di navbera çeteyên dagîrker de ji ber berjewendiyên xwe yên komî, alozî û pirsgirêk derdikevin.
Ew çeteyên ku bi piranî bermayiyên DAIŞ’ê ne derveyî berjewendiyên xwe yên madî bi tiştekî din ve ne girêdayî ne û bi ti nirxên mirovayiyê ve eleqaya wan nîne.






