Rêveberiya dergehê Sêmalka biryara derbasbûna welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li herêma Başûrê Kurdistanê da. Welatî ji roja Yekşema pêve dikarin vegerin herêmên xwe.
Rêveberiya dergehê Sêmalka bi daxuyaniyekê diyar kir ku welatiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên serdana Başûrê Kurdistanê kirîn û ji ber Koronavîrûsê li wir asê mayîn, dikarin vegerin herêmên xwe.
Wê deriyê Sêmalka ji 30’ê Gulanê heta 4 Hezîranê ji bo vegera welatiyan vekirî be.
Dergehê Sêmalka di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye. Di çarçoveya xweparastina ji Koronavîrêsê de rêveberiya dergehê Sêmalka çûnhatin qedexe kiribû.






