Dewleta Tirk a dagîrker zeviyên çandî yên gundê Çarixli yê Kobanê şewitandin.
Dewleta Tirk bi taybetî ji destpêka meha Gulanê ve, çandiniya yek ji jêderên bingehî yên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyê rasterast bi awayekî sîstematîk dike hedef.
Li gorî qeydên ANF’ê di serî de, Girê Spî, Bab, Eyn Îsa, Til Temir, Şehba, Şêra, Şêrewa û Kobanê ji destpêka meha Gulanê heta niha, nêzî 40 herêman zeviyên çandiniyê yên gundiyan şewitandine.






