Ji ber qedexeya derketina derve, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara qedandina sala perwerdeyê ya 2019-2020`an da.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara bi jimara 1 girêdayî ya dewama dibistanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da. Naveroka biryarê wiha ye:
Li gorî encamên civîna Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi deste û komîteyên perwerdeyê yên rêveberiyên xweser û sîvîl re, desteyê ev biryar dan:
1-Dema xwendinê ya sala 2019-2020`an bi dawî dibe.
2-Tevayiya xwendekar û şagirtan li gorî astan derbasî sala xwendinê ya sala 2020-2021ê dibin.
3-Berdewamkirina xwendina online da xwendekar kêmayiyên xwe derbas bikin.
4-Lidarxistina ezmûnên asta amadeyî li kantona Efrîn û Firatê.






