Di vemirandina şewata li gundê Esediyê yê Zirgan yê girêdayî Kantona Hesekê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatî derxistin de, sivîlekê jiyana xwe ji dest da û sivîlek jî birîndar bû.
Leşkerên dewleta dagîrker û çeteyên wê bi berdana guleyan zeviyên çandiniyê yên gundên navçeya Zirgan a girêdayî Kantona Hesekê şewitandin.
Sivîlê bi navê Suxeyer Eh Hecî û Neîm El Setaf di vemirandina agirê li gundê Esediyê derketî de bi giranî birîndar bûn.
Suxeyer El Hecî ku bi giranî birîndar bû li Nexweşxaneya Şehîd Xebat a navçeya Zirganê jiyana xwe ji dest da.
Hate diyarkirin ku rewşa Neîm El Setaf jî giran e.






