Polîsên leşkerî yên Rûsya û hêzên dewleta Tirk a dagîrker li nêzî sînorê Sûriye-Tirkiyê li rojhilatê bajarê Kobanê dewriyeyeke hevbeş ku ji 8 panzêran pêk dihat, pêk anîn.
Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û leşkerên artêşa Tirk a dagîrker li gundê Xerîb ê nêzî sînorê rojhilatê Kobanê li ser xeta sînorê Sûriye-Tirkiyê dewriyeyeke hevbeş pêk anîn.
Dewriye ji 8 panzêrên her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk dihat.






