Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê 25 donim zeviyên ce ên welatiyan şewitîn.
Roja Pêncşemê nîvro li gundê Mestûra yê girêdayî navçeya Amûdê 20 donim zeviyên ce şewitîn. Di heman demê de 5 donim zeviyên ce ên gundê Hêlane yê bajarokê Caxir Bazar ê Amûde şewitîn.
Welatî û tîmên agirkuj berî ku berfirehtir bibe agir vemirandin.






