Dezgeha Antî Terorê ya Iraqê ragihand ku Waliyê Iraqê yê DAIŞ’ê Mutez Noman El Cibûrî di operasyoneke hewayî de hatiye kuştin.
Antî Terora Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Waliyê Iraqê yê DAIŞ’ê, Mutez Noman El Cibûrî li gorî agahiyên îstixbaratî yên yên Dezgeha Antî Terorê, di êrîşeke hewayî de ji aliyê balafirên Hevpeymaniya Navneteweyî ve li herêma Dêra Zorê ya Sûriyeyê hatiye kuştin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew serçeteyê DAIŞ’ê ji bo cihê wî neyê eşkerekirin, bi ti awayî telefon bi kar nedianî û ji bo hatinûçûnê gelek nasname û pasaport pê re hebûn.






