Li bajarê Efrînê du teqîn çêbûn. Têkildarî encama teqînan agahî nehatin bidestxistin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin mayînek li ser riya Racoya –bajarê Efrînê teqiya. Hat gotin ku teqîn li nêzî benda kontrolê ya “Polîsên leşkerî” ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker pêk hatiye.
Li aliyekî din jî hat ragihandin ku motorsêklêteke bombebarkirî benda kontrolê ya çeteyan a li ser rêya Efrîn-Ezazê kir hedef.
Derbarê encamên teqînan de agahî nehatin bidestxistin.






