Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û tê de dema qedexeya derketina derve heta 5`ê Hezîranê dirêj kir. Herwiha dema qedexeyê ya rojane jî ji saet 7ê êvarê heta 6ê sibeha roja din diyar kir.
Rêveberiyê destûr da vekirina tevayiya dikan û pîşeyan, tevî veguhestina di navbera bajar û rêveberiyan de. Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku karker û karmendên tevayiya saziyan wê bi awayekî fermî ji roja Çarşemê 27`ê Gulana 2020`an ve dest bi kar bikin.
Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku tevayiya deriyên sînor wê heta derxistina biryareke girêdayî wê, girtî bimînin. Deriyê Tayha û Tebqa wê ji bo rewşên mirovî vekirî bimînin.






