YPG’ê da xuyakirin ku şervanê wan Zehredîn Osê di 15’ê Gulanê de di encama qezayekê de şehîd bûye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe Zehredîn Osê ku di 15’ê Gulanê de şehîd bûye, ragihand.
Di daxuyaniya YPG’ê de wiha hat gotin:
“Di 15’ê Gulana 2020’an de hevrêyê me Zehredîn Osê dema ku li ser erka xwe bû, di encama qezayekî de gihîşte şehadetê. Em di şexsê hevrê Zehredîn Osê de şehîdên leheng ên şoreşa Rojava bi rêzdarî bîr tînin, ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnemaya şehîd wiha ye:
Nasnav: Zehredîn Osê
Nav û Paşnav: Zehredîn Osê
Navê Dayîkê: Marufa
Navê Bav: Hemîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Dirbêsiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: 15 Gulan 2020






