Cenazeyê şehîd Mihemad Cefal roja Pêncşemê li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê hat veşartin
Şehîd Mihemed Emîn Cefal (Basil Hesekê) ji ber krîza dil li bajarê Hesekê di 19`ê Gulanê de şehîd bûbû. Malbata şehîd û hevriyên wî, cenazeyê şehîd ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan girtin û berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar.
Li goristanê, merasimeke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hat lidarxistin. Piştî merasimê, belgeya şehadeta Basil Hesekê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Di dawiya merasimê de, cenazeyê şehîd bi durişma “Şehîd namirin” hat veşartin.






