Çeteyên artêşa Tirk a dagîrker gundê Ereb Hesen ê Mezin ê Minbicê topbaran kirin. Hat ragihandin ku ji ber topbaranê sîvîlekî 30 salî birîndar bû û ziyanên mezin gihîştin mal û milkên sîvîlan.
Çeteyên dewleta Tirk ji gundê Ereb Hesen ê Biçûk ê dagîrkirî, gundê Ereb Hesen a Mezin dan ber topan.
Ji ber topbaranê sîvîlê bi navê Mihemed Hec Hisên El-Xelef (30) birîndar bû û ziyanên mezin gihîştin mal û milkên sîvîlan.
Apê Mihemed Hec Hisên ê birîndar, Elî El-Xelef derbarê topbaranê de got, “Em li malê razayî bûn, saet 5‘ê sibehê malên me topbaran kirin.”






