Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagîrker gundêwarên bakurê rojavayê navçeya Til Temirê gulebaran kirin û zeviyên çandiniyê yên gundiyan şewitndin. Dagîrkeran rê nedan tîmên agirkujiyê agir vemirînin.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên roja Sêşemê gundên Qasimiyê û Dirdara yên bakurê rojavayê navçeya Til Temirê gulebaran kirin. Di encamê de agir bi zeviyên çandiniyê yên gundiyan ket.
Hêzên Asayîşê û tîmên agirkuj xwestin xwe bighînin cihê şewatê lê ji aliyê hêzên dagîrker ve hatin gulebarankirin.
Herwiha hat diyarkirin ku leşkerên artêşa dagîrker û çeteyên wê gundê Dirdara bi obûsan topbaran kirin.






