Belavbûna Koronavîrûsê (Covid-19) li cîhanê didome û piştî zextên navneteweyî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê soza têkbirina vîrûsê, da.
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku jimara nexweşên Koronavîrûsê li cîhanê nêzîkî 5 milyonî bûye ji wan milyonek û 950 hezar kes baş bûne û 325 hezar kes mirine.
Lê li beramberî van agahiyan agahiyên xweş jî hene ku jimara kesên ji vîrûsê baş dibin, zêde dibe û ya miriyan kêm dibe.
Gerînendetiya Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Gebreyesus duh soz da ku ew ê berdewamkirina hemleya cîhanê ya têkbirina Koronavîrusê bidomînin. Ev yek piştî serokê DYA’yê Donald Trump gef xwar ku ew ê desteka ji rêxistinê re bisekinîne û ji endamtiya wê vekişe, pêk hat.






