Artêşa Tirk a dagîrker rojavayê gundewarên Eyn Îsayê topbaran dike. Balefirên keşfê jî li ser navçeyê û riya M4 digerin.
Li gel firîna balafirên şer li asîmanê Eyn Îsa, artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê gundê Hoşan û Xaldiye yên li gundewarê rojavayê Eyn Îsa topbaran dikin. Heman demê balafirên keşfê li ser navçeyê û riya M4 difirin.
Hherêm bênavber tê topbarankirin. Ji ber topbaranê agir derketibû û riya M4 qût bûbû.






