Bi pêmana Cejna Remezanê Rêveberiya Xweser wê diyariya malî bide karmendên saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarên 45 û 46 dan. Li gorî wê bi boneya Cejna Remezanê dê diyariya malî bide hemû karmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nav de endamên Hêzên Asayîşê.
Di biryara bi hejmara 45‘an de wiha hat gotin:
“Bi pêmana Cejna Remazanê, diyariya malî ji bo hemû karmendên di saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû rêveberiyên xweser û sivîl de, di nav de Hêzên Asayîşê tê dayîn.”
Di biryara bi hejmara 46‘an de wiha hat gotin:
“Ji ber keda wan a parastina tenduristiya welatiyan di dirêjehiya dema qedexeya derketina derve de ya ji ber Koronavîrusê, diyariya malî (10 hezar) ji ber her endamê Hêzên Asayîşê tê dayîn,.”






