Çeteyên dewleta Tirk a dagîrker zeviyên çandiniyê yên gundewarên rojhilatê Babê yên dagîrkirî dişewitînin û kesên hewl didin agir vemirînin, êrîşî wan dikin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagîrker darên zeytûnan ên gundê Xalidiyê, Biwêhîc û Bûgaz ên rojavayê bajarê Babê yê dagirkirî şewitandin. Çeteyan bi gule û keçên giran û navîn zevî şewitandin.
Di encamê bi sedan darên zeytûnan ên gundên Biwêhîc û Bûgaz ên li xeta temas a di navbera çeteyan û Meclisa Leşkerî ya Babê de. Şewata li gundê Biwêhîc malên sivîlan da ber xwe.
Hêzên Ewlekriya Hûndirîn û şervanên Meclisa Leşkerî ya Babî berî dan cihê şewatê ta têmên agirkujiyê bighêje.
Çeteyan kesên ku nêzî şewatê bibe dikir hedef.
Herî dawî tîmên agirkujiyê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya şêniyian agir vemirandin.
Ev cara duyemîn e ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bax û baxçeyên xelkên gundên Babê ya dagirkirî dişewitînin.






