Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cotkaran ji bo parastina zeviyan ji şewatê xwe birêxistin kir

18/05/2020
in ROJEV
A A
Cotkaran ji bo parastina zeviyan ji şewatê xwe birêxistin kir
Share on FacebookShare on Twitter

Cotkarên gundewarê Reqayê ji bo parastina zeviyên xwe yên çandiniyê xwe birêxistin kirin û gelek tedbîr girtin.
Bi armanca ku azara sala borî ya ji ber şewitandina zeviyên çandiniyê dûbare nebe, cotkarên gundewarê Reqayê bi hevkariya meclisên xwecihî, komeleyên cotkaran û Şaredariya Gel rêze tedbîr girtin. Ji wan tedîbîran derdora erda çandiniyê hate cotkirin, gîha û striyên ku qiraxa rêyan de çêdibin hatin rakirin.
Li aliyekî din, cotkaran biryar dan ku dewriyeyên nobetê yên parastina zevî, bi şev û bi roj rêxistin bikin. Her wiha xwediyên terektorên çandiniyê, sarîcên avê û ekîpên agirkujiyê ji bo rewşên awarte yên şewatê seferber bûne.
Cotkarê bi navê Îbrahîm El-Casim got: “Em di radeya yekemîn de debara xwe ya jiyanî li ser çandiniyê dabîn dikin. Her cotkarek bê sebir li benda mewsimê xwe ye. Divê her ferdek berhem û baxçeyê xwe ji şewatan biparêze. Îro erka me hemûyan e ku bi aliyên têkildar re bi destekê zevî û rizqê zarokên xwe biparêzin.”
Îbrahîm bang li aliyên têkildar kir ku rêyên çandiniyê sererast bikin da ku tevgera veguhestinê hêsan bibe û ji rewşên awarte û şewatê re bi lez bin.
Serokê Komeleya Cotkaran a bajarokê Hezîma ya bakurê Reqayê Mihemed Cuma jî anî ziman ku divê azara sala derbasbûyî dûbare nebe, ku cotkaran ji ber şewata bi zanebûn û nebizanebûn ziyan dîtin. Her wiha bang li cotkaran kir ku li hemberî xeteriyên şewatê berpirsyartiyên xwe bi aliyên têkildar re bi cih bînin.
Mihemed Cuma diyar kir ku focên agirkujiyê bi endam û erebeyên xwe dê bixebitin ta dema mewsim bi dawî bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.