Hat ragihandina ku serokê MÎTa Tirk Hakan Fîdan û berpirsên erkên derve yên îstîxbarata Tirkiyê berî hefteyekê serdana Lîbyayê kiribûn.
Çavkaniyan ji malpera nûçeyan a El-Arabiye re diyar kir ku Fîdan bi xwe pêşketinên leşkerî yên li Lîbyayê dişopîne û gotin, Enqere komek ji hêzên tabyet şandin Terablusê, kom beriya 10 rojan gihîşt wir.
Herwiha çavkaniyan diyar kir ku hin leşkerên hêzên asîmanî yên Tirkiyê li Lîbyayê birîndar bûyîn û birin Tirkiyê, di nav de rewşên xeter hene.
Piştî gelek çeteyên Sûriyê fermana rejîma Tirk a çûyîna Lîbyayê red kir, rejîma Tirk bi rêbazên gef û tirsandinê wan neçar dike ku biçin Lîbyayê da ku li rex hikûmeta Wîfaqê şerê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter bikin.






