Li bajarê Kobanê ciwanek hat kuştin. Li gorî agahiyên destpêkê, bûyer ji ber nakokiyeke kevin di navbera du malbatan de çûbûye.
Roja 9ê mehê ciwanê 20 salî F.X.B ji hêla kesê bi navê A.M.E yê 34 salî di saet 15:30`an de hat kuştin. Li gorî agahiyên destpêkê ciwan ji ber kêşeyek di navbera malbatên kujer û kuştî de hat kuştin.
Bûyer li daristana li rojavayê bajarê kobanê çêbû. Piştî wê Hêzên Ewlekariya Hundir mûdaxele kirin û yekser dest bi lêpirsînê kirin. Herwiha kesên têkiliya wan bi bûyerê heyî hatin destegîrkirin.
Termê ciwanê kuştî birin nexweşxaneya Kobanê da ku ji hêla tiba edlî were keşfkirin.
Kêşeya ku dibêjin bûyer ji ber wê çêbûye, berî salekê li Tirkiyê çêbûye. Bavê kujer ji hêla bavê kuştî ve hatiye kuştin. Ji ber wê kujer tola bavê xwe ji wê malbatê hildaye.






