Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagîrker, şêniyên gundewarên Girê Spî rihetiyê nabînin. Gelek jinên ducanî ji tirsa topan zarokên wan ji ber wan diçin. Jiyana bi topan re ne hêsan e, lê dema girêdana bi axê re kûr be tirs ji holê radibe û berxwedan derdikeve pêş. Şêniyên gund jî teqez dikin ku wê li ser axa xwe bin.
Gundê Edineyê yê li rojavayê Girê Spî ku 1 km dûrî nuqteyên çeteyên Tirkiyê ye, her tim dibine êrîşa dewleta Tirk a dagîrker û çeteyên wê de ye. Di êrîşan de zerar bi malên sivîlan dibe. Li vî gundî Kurd û Ereb bi hev re dijîn û bi çandiniyê û xwedîkirina ajelan dabara xwe dikin.
Welatiyê bi navê Hezar Şad diyar kir ku dewletên li dijî van êrişan bêdeng dimînin, hevkarên dagîrkeran in û wiha got: “ Em li ser erdê xwe dijîn. Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ`ê, jiyana me di aramiyê de derbas dibû. Lê belê deweleta Tirk a dagîrker û çeteyên wê nahêlin em rihet bimînin. Tevî êrişan jî em ji gundê xwe derneketin û em dernakevin. Rojane êriş hene, em bi tirsê re dijîn. Bi zanebûn sivîlan dikin hedef da ku gund vala bikin û çeteyên xwe li vir bi cih bikin. Em dengê topan paşguh dikin. Dewleta Tirk qaşo dewleteke misliman e, lê di vê meha pîroz de êrişî me dike, ka mislimantiya wan? Mala min li Girê Spî ye, lê ez neçarî koçberiyê bûm û niha nikarim herim mala xwe. Li şûna şêniyên resen, çete hatine bicihkirin. Ev di kîjan zagonê de heye? Hewildanên wan ji bo dagirkirina herêmên nû jî heye. Divê Misilman aşîtiyê pêk bînin, ne ku komkujiyan. Cîhan bi bêdengiya xwe nîşan dide ku ew hevkarê sûcên dewleta Tirk û çeteyê wê ye. Em tekez dikin ku em ji axa bav û kalên xwe dernakevin.”






