Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Roja dayikan: 3 jin 3 çîrokên bi êş

11/05/2020
in Uncategorized
A A
Roja dayikan: 3 jin 3 çîrokên bi êş
Share on FacebookShare on Twitter

Gulperî, Bediye û Sultan sê jin, bi têkoşîn, bawerî û bîrîkirina zarokên xwe têdikoşin. Gulperî li gorên zarokên xwe digere, Bediye ku bi zor û zehmetî cenazeyê zarokê xwe girt, têdikoşe ku gora wî neyê xerabkirin. Sultan jî 20 sal in li ber deriyê girtîgehê li benda keça xwe ye.
Her sal meha Gulanê Yekşema duduyan wek Roja Dayîkan a Cîhanê tê pîrozkirin. Ev roj bi kulîlk û diyariyan tê pîrozkirin. Lê mixabin ji bo her dayîkê ev roj heman hestan naafirîne.
Gulperî Adar, Bedriye Tunç û Sultan Bozkurt, sê çîrokên cuda, êşeke hevpar… Ew dayîîkên zarokên bê gor, zarokên girtî ne.

‘GORA HER DUYAN JÎ NÎNE’
Gulperî li Tetwana Bedlîsê dijî û çûye Stenbolê cem keça xwe. Gulperî diyar dike ku du kurên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kirine û wiha dibêje:“Min gora her duyan jî nedît. Me cenaze qet nedîtin. 22 sal berê Nedîm Adar, 15 sal berê jî Serdeşt tevlî têkoşîna azadiyê bû. Em nizanin Nedîm kengê jiyana xwe ji dest daye. Serdeşt jî li gorî agahiyan 8 sal berê li Îranê şehîd ketiye. Min gelek dert dît. Tenê dayik vê fêm dikin. Gora herduyan jî tüne ye. Wêneyên zarokên min di cuzdanê min de ye. Gora zarokên min tüne ye. Qe nebûyana gora yekî hebûna. Ez ê biçûma serdana gorê. Di destê min de tenê wêneyên wan ma. Serdeştê min beriya biçe helbestek nivîsî bû. Dabû hevalê xwe. Piştî çû salek şûnde gihişt min. Xwendin û nivîsandina min tüne ye lê ez her tim ligel xwe digerînim.”

‘ÊŞA DAYÎKAN YEK E’
Gulperiyê bal kişand ser roja Dayikan û got: “Ji hestiyên zarokên me ditirsin. Xwedê vê qebûl dike gelo? Ev bêrûmetiyeke mezin e. Em kurd rastî her cureyê zor û zehmetiyê hatin. Lê dîsa jî me serî netewand. Ez Roja hemû dayikên kurd û dayikan pîroz dikim. Ez nikarim dayikan ji hev cuda bikim. Ji ber min zarokên xwe winda kirine ez nikarim dayikên din cuda bikim. Êşa dayikan ji bo min yek e. Gelo dewletê qiymet daye kîjan dayikê. Dayik her roj tên copkirin, rastî heqeretan tên.”

‘TEVÎ ATENGİYA CEZA KURÊ XWE DEFİN KİR’
Bedriye Tunç jî diyar kir ku kurê wê Cemîl Tunç di 2014an de li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de têkoşîn daye . Kurê wê piştî ku li Amedê qedexe hatin destpêkirin di 2015’an de tê Amedê û li Baglarê jiyana xwe ji dest da. Malbat demek dirêj nikare cenazê bigire. Piştî DNA’yê di 2016’an de cenazê didin malbatê. Malbat dixwaze cenaza xwe bibin Qereyaziya Erziromê. Di rê de her tim tên sekinandin. Piştî rêwitiyek dirêj zarokê xwe defin dikin.

‘EW DAR WÊ ŞÎN BİBE’
Bedriyeyê derbarê mijarê de wiha got: “Di rojên borî de me bihist ku dîsa gor texrîb kirine. Vê carê gotin bi şaşî wisa bûye. Gelo dema wisa dikin çi diguhere. Rihê wan tedikoşe. Şikandina kevirên gorê rihê têkoşîna wan tune nake.Ev jî zilmkariya wan nîşan dide. Bi vê zilmê wê dawiya wan jî bibe wek ya Saddam. Em bi her awayî têdikoşin. Em xwedî li gorên xwe derdikevin. Em her carê zêdetir xurt dibin. Heta hun dikarin darên wan bişkînin. Lê ew dar wê her tim şîn bibe. Ez roja hemû dayikan pîroz dikim.”

‘Tİ DAYÎKÊN KURD VÊ ROJÊ Bİ KÊFXWEŞÎ PÊŞWAZÎ NAKİN’
Ji dayikên laçikspî Sultan Bozkurt ku di heman demê de di însiyatîfa dayikên aştiyê de cih digire keça wê Newroz Bozkurt di 14 salî de tê girtin û rastî cezayê muebetê tê. Newroz 20 sale girtî ye. Sultan wiha dibêje: “Keça min 20 sale girtî ye. Ev ji bo min tiştekî girane. 20 sale di riya girtîgehê de me. Roja Dayikan bi xemgînî derbas dibe. Erdogan dibêje ‘bihûşt di bin lingê dayikan de ye’. Ger wisa be, gelo em jî ne dayik in. Ji ber keça min ne ligel min e. Ev roj ji bo tu dayika Kurd xweş derbas nabe. Ji ber ku zarokên wan girtîne, li çiyane an jî şehdin. Divê qanûna înfazê ji bo her kesî derbasdar bûna. Bila zarokên me jî berdin. Newekheviyek mezin dikin. Bila dest ji vê newekheviyê berdin. Bila dilê dayikan rehet bike.”

Post Views: 31
ShareTweetPin

Herî Dawî

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Rêber Apo heqîqeteke gerdunî ye
NÛÇE

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Rêber Apo heqîqeteke gerdunî ye

17/05/2025
Insiyatîfa Sûrî, wê navendeke xwe li Kobanê veke
NÛÇE

Insiyatîfa Sûrî, wê navendeke xwe li Kobanê veke

17/05/2025
Qesra Şêrîn.. dabeşkirina yekem a Kurdistanê
CIVAK Û JIYAN

Qesra Şêrîn.. dabeşkirina yekem a Kurdistanê

17/05/2025
‘Ziman çand û nasname ye’
NÛÇE

‘Ziman çand û nasname ye’

16/05/2025
        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist
JIN

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist

15/05/2025
1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir
NÛÇE

1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir

15/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.