Bi pêmana salvegera sisiyan a rizgarkirina bajarê Tebqayê, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê daxuyaniyek da û ev roj wek “bûyîna azadiyê” ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav kir.
Daxuyaniya Meclisa Rêveber a Herêma Tebqayê ku li ser hesabê Facebookê hat belavkirin, wiha ye:
“Îro (10ê Gulanê) salvegera sisiyan a rizgarkirina herêma Tebqayê ji terora DAIŞ`ê ye, lê ji ber rewşa Koronavîrusê îsal nehat pîrozkirin. Me hêvî dikir ku ev roja dîrokî were pîrozkirin û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha cîhan pêk ve weke her du salên derbasbûyî bi me re kêfxweş bibe. Ev roj beriya 3 salan QSD`ê qezenc kir û serkeftin pêk anî.
10’ê Gulana 2017`an roja bûyîna azadiyê ye ango roja welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Kurdên xwe, Ereb, Çerkesên xwe û Suryaniyan xwe ve li ber xwe dan û herêm rizgar kirin.
Em salvegera sêyemîn a rizgarkirina herêmê, rizgarkirina îdeolojiyê, aborî û perwerdeyê li gelên xwe pîroz dikin, her wiha vegera Sûriya biçûk jî wekî beriya ku nasnameya wê were çewisandin, pîroz dikin.”






