Mamosteyên bajarê Kobanê piştî girtina dibistanan a ji ber Koronavîrûsê, perwerdeya li ser înternêtê didomînin.
Ji ber Koronavîursê (Covid-19) a ku veguherî pandemiya global kar hemû hatin rawestandin û derketina derve hat qedexekirin.
Li bajarê Kobanê ji ber girtina dibistanan hin mamosteyan biryar da ku li ser înternêtê perwerdekirina xwendekaran bidomînin .
Mamosteyên dibistana Şehîd Seydo odeyeke “Wathsapp” çêkirine û xwendekar tevlî kirine. Di odeyê de ders tên dayîn.
Nûnerê dibistana Şehîd Seydo, Heysem Hiso li ser mijarê wiha got: “Piştî biryara girtina dibistanan ji ber Koronavîrûsê, me biryar da ku bernameyekê daynin pêşiya xwe da ku xwendekarên me ji perwerdeyê qut nebin.”
Li ser zehmetiyên ku kişandine Hiso wiha axivî: “Destpêkê me hinek zehmetî di warê beşdarnebûna xwendekaran de dîtin, lê pişt re rêjeya xwendekaran a girtina dersan an bi vê rêbazê zêde bû.”
Di odeyê de desên refa 11 û 12an ji aliyê mamosteyan ve tên dayîn. Ders refan tevan di nava xwe de nagirn, ji ber ku ji bilî mamosteyên berpirsên asta amadeyî mamosteyên din ne amade bûn ku beşdarî vê prosesê bibin.






