Li 28 gundên navçeya Zirganê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagîrker kehrebe qut bûye. Niha jî dewleta dagîrker nahêle tîmên restorekirinê karê xwe bikin û êrîşî wan dike.
Dewleta Tirk a dagîrker û çeteyên wê bi her rêbaza şer êrîşî welatiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.
Dewleta dagîrker kehrebe ji ser zêdetirî 28 gundên di navbera navçeya Til Temir û Zirganê de yên kantona Hesekê, qut kiriye.
Karmendên tîma restorekirinê ya Saziya Kehrebê ya navçeya Til Temirê, hewl didin ku kehrebê bigihînin wan gundan, lê belê çeteyên Tirkiyê wan hedef digirin. Li beramberî vê yekê, hêzên Rûsyayê bê deng dimînin.
Fetihullah Ebdullah ê ji gundê Bab El-Xêr, diyar kir ku ve 7 meh in kehrebeya wan qut kirine. Zehmetiyan di jiyana rojane de, bi taybet jî bi nêzîkbûna havînê re çêdike.
Ebdullah diyar kir ku ji ber qutbûna kehrebê, şêniyên gundên derdora wan rewşeke trajedîk dijîn.






